Balafirên Hevpeymaniyê li Idlibê li otomobîla berpirsê DAISê xist: 2 kustî

25 hezîran 2020 23:37
Balafirên Hevpeymaniyê li Idlibê li otomobîla berpirsê DAISê xist: 2 kustî

PeyamaKurd –Balafirên şer ên Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê, doh 24ê Hezîranê li Rojhilatê Idlibê êrîş birin ser berpirsên DAIŞê.

Li gorî zanyariyan di êrîşa balafirên hevpeymaniyê ya li ser rêya Biniş a Rohjilatê Idlibê de, erebeyek hatiye bombebaran kirin ku tê de berpirsekî DAIŞê yê tirsnak û kesê li kêleka wî hatine kuştin.

Hat zanîn ku navê yekî ji wan Ebû Ednan El-Homsî û berpirsê maşîneyên rêxistina pasdarên olî ye. Navê kesê din ê hatiye kuştin nehatiye zanîn.

Balafirên hevpeymaniya navdewletê beriya çend rojan jî li bajarê Babê, waliyê Reqayê yê DAIŞê Fayiz Ikal û birayê wî Izo Ikal kuştibûn.