Balafireke rêwiyan li baregeha Rûsî ya Hmeymimê danî

08 sibat 2020 00:55
Balafireke rêwiyan li baregeha Rûsî ya Hmeymimê danî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku dema Îsraîlê pêr 5ê Sibatê êrîşî navendên Îranî yên li Sûriyê kiriye, balafireke rêwiyan neçar maye li baregeha Hmeymim a Rûsyayê deyne.

Berdevkê Wezareta Berevaniya Rûsyayê Îgor Konaşenkov ji medya rûsî re ragihand, dema Îsraîlê êrîşî hin bingehên li Sûriyê dikiri, balafireke rêwiyan a derbas dibû bi neçarî li Baregeha Ezmanî ya Hmeymim a Rûsî daniye.