Balafira Tirkiyê mecbûr ma xwe danî balafirgeha Hewlêrê

17 berfanbar 2021 02:54
Balafira Tirkiyê mecbûr ma xwe danî balafirgeha Hewlêrê

PeyamaKurd – Balafira rêwiyan ya Tukish Airlinesê ku ji Hewlêrê diçû Îstenbolê, piştî bi hewa ket bi çend deqeyan, bi sedema arizayê mecbûr ma xwe danî balafirgeha Hewlêrê.

Rêvebirê balafirgeha navdewletî yê Hewlêrê Ahmed Vuşyar ragihand ku balafir bi 300 rêwiyên xwe ve, wexta bi hewa ket û diçû Îstenbolê, piştî 20 deqeyan bi sedema arizayê dageriya balafirgeha Hewlêrê û xwe mecbûrî danî. Piştî ariza balafirê temam bibe, wê car din bi hewa bikeve.