Balafira ser a Rûsyayê Rûsya bombebaran kir!

21 nîsan 2023 15:08
Balafira ser a Rûsyayê Rûsya bombebaran kir!

PeyamaKurd – Li Rûsyayê piştî ku balafireke şer cebilxane avêtin navenda bajêr teqînek çêbû.

Hat ragihandin ku li navenda bajarê Belgorodê ya nêzî sînorê Ukraynayê ya li başûrê Rûsyayê di encama ketina cebilxaneya balafira şer a Su-34 a Rûsyayê de teqînek çêbû.

Waliyê Herêma Belgorodê Vyacheslav Gladkov derbarê teqîna li navenda bajêr de yekemîn daxuyanî da. Gladkov da zanîn, di encama teqînê de li xaçerêyeke li navenda bajêr çaleke mezin a bi dirêjahiya 20 metreyan rû daye û got, ziyan gihîştiye hin avahî û wesayîtên parkkirî.

Gladkov ragihand, di teqînê de 2 kes birîndar bûne.

Piştî heman daxuyaniya Walî Gladkov, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê têkildarî teqînê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin, "Di 20ê Nîsana 2023an saet 22:15an de li gorî saeta Moskovayê di dema firîna balafira Su-34 a Hêzên Esmanî û Fezayê ya li ser bajarê Belgorodê de cebilxaneyên hewayî bi awayekî neasayî ketine."

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di bûyerê de ziyanên canî çênebûne û derbarê mijarê de lêpirsîna hevpar berdewam dike.

Di medyaya civakî de derbarê bûyerê de dîmenê kameraya ewlehiyê hat weşandin ku tê de li navenda bajêr dengê balafirê hatiye bihîstin û piştî demekê teqîn pêk hatiye.