Balafirên THYyê pistî 13 salan dê bifirin Sûriyeyê
PeyamaKurd – Şirketa Rêyên Hewayî ya Tirk (THY) dê roja 23yê çileya 2025an geşta xwe ya ewil a ber bi Şamê ve pêk bîne.
THYyê li ser malpera xwe ya fermî ji bo rêwiyan agahiyên taybet ên seferê weşandin.
Li gorî van agahiyan; ji bo rêwiyên ku dê biçin Sûriyeyê, ji aliyê hikûmeta demkî ya nû ya Sûriyeyê komek biryar hatine wergirtin.
Ev biryar didin zanîn ku ji bilî hemwelatiyên “Îsraîl” û “Îran”ê hemwelatiyên hemû welatan dê karibin derbasî Sûriyeyê bibin, divê hemwelatiyên Sûriyeyê belgeyekê pêşkêş bikin ku îsbat dike ku hemwelatiyên Sûriyê ne. Hemwelatiyên Libnanê jî dê karibin derbas bibin, lê eger dê û bavên wan hemwelatiyên Sûriyeyê bin yan destûra rûniştinê yan jî vîzeya wan li welatekî din hebe. Endamên çapemeniyê dema ku derbasî Sûriyeyê bibin, divê destûra taybet wergirin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin