Bakûrê Kurdistanê bi ber rabûna lehiyê ketiye

20 mijdar 2023 18:50
Bakûrê Kurdistanê bi ber rabûna lehiyê ketiye

PeyamaKurd - Pêleke serma bahoz û berf û baranê berê xwe daye Bakurê Kurdistanê.

Li tevahiya Bakurê Kurdistanê roja yekşemê di encama barana gur û berfê de zererên canî û madî çêbûn.

Li parêzgeha Êlihê malbatek li ber lehiyê çû û kesekê canê xwe ji dest da, 3 kes birîndar bûn û 3 zarokên ku xwişk û birayên hev in jî winda ne.

Parêzgarê Êlihê Ekrem Canalp li ser lehiyê ragihand ku,“Di encama barana ku doh êvarî dest pê kir û bi şevê berdewam kir li navenda Batmanê serê metre çargoşeyekê zêdetirî 100 kîlogram baran bariya.

Piştre lehî rabû û di encamê de mixabin welatiyeke me canê xwe ji dest da û 3 welatiyên me jî bi birîndarî ji bo nexweşxaneya dewletê hatin veguhestin û rewşa wan baş e. 3 welatiyên me jî winda ne.”

Li Amedê jî welatiyekî canê xwe ji dest da û li bajarên din jî bûyerên trafîkê çêbûn.

Li Çewligê ji ber berf û baranê 2 otobusên rêwiyan qulibîn û 22 kes birîndar bûn.

Şaredarê Semsûrê Suleyman Kilinç jî, ragihandiye ku ew wek şaredarî ji bo welatî ji rewşa keş û hewayê zirar nebînin hemû hewlên xwe didin. 

Saziya Keşnasiyê ya Tirkiyeyê îro ji bo 10 bajarên Bakurê Kurdistanê hişyariya di asta zer de û ji bo 5 bajaran jî hişyariya di asta porteqalî de ragihand.