Bajarên Wan, Çewlik û Bedlîs di bin berfê de man

06 rêbendan 2024 22:31
Bajarên Wan, Çewlik û Bedlîs di bin berfê de man

PeyamaKurd – Bakûrê Kurdistanê bi taybetî bajarên Wanê, Bedlîs û Çewlik di bin berfê de man. Li her sê bajaran rêyên jîngehan an ku navçe û gundan ji ber berfê hatin girtin.

Wan: Li Wanê rêyên 492 jîngehan ji ber berfê hatin girtin. Ji ber berf û bahozê rêyên 221 gund û 271 mezrayan niha girtîne. Ji 22yê meha borî heya niha ji ber talûka aşîtan nikarin li ser rêya Wan-Miksê xebatê bikin.

Çewlik: Li Çewlikê an ku Bîngolê rêyên 173 gundan ji ber berfê hatine girtin lê rêvebiya bajêr karibiye heya niha rêyên 105 jîngehan ji berfê vekin. Ji bo vekirina rêyên 68 gundan xebat dewam dikin.

Bedlîd (Bilîs): Lİ bajarê Bedlîsê ji ber befê rêyên 68 gundan ji bo çûnûhatê hatin girtin. 2 roje ku li ser hev barîna berfa Bedlîsê nesekiniye.

Li her sê bajarên Kurdistanê ji bo rêyan vekin, rêvebiriyên bajêr bi parêzgeh û şaredariyan ve xebatên xwe dewam dikin.