Bajarekî Amerîkayê û Duhokê peymana destebiratiyê îmze kirin

09 adar 2021 19:41
Bajarekî Amerîkayê û Duhokê peymana destebiratiyê îmze kirin

PeyamaKurd – Bi merasîmeke taybet bajarê Duhokê yê Başûrê Kurdistanê û bajarê Gainesville yê eyaleta Florida ya Amerîkayê, bûn bajarên destebirayên hev.

Doh 8ê Adarê bi amadebûna Parêzgarê Duhokê Elî Teter û Serokê Şaredariya Gainesville Lauren Poe, merasîmeke online birêve çû û peymana destebirabûnê di navbera her du bajaran de hat îmzekirin.

Parêzgarê Duhokê Elî Teter derbarê wê peymanê de ji K24ê re ragihandiye: “Destebirabûna Duhokê bi Gainesville ji bo wê yekê ye ku alîkarî û hemahengî di warên aborî, geştyarî, akademî, kulturî, çandinî, pîşesazî û çendîn warên din de di navbera her du bajaran de werin bihêzkirin.”

Elî Teter diyar kir: “Zanîngeha Floridayê zanîngeheke bi nav û deng a Amerîkayê ye û em kêfxweş in ku zanîngehên Duhokê bikarin hemahengiya zanistî ligel wê zanîngehê pêk bînin û bi vî awayî bêhtir sûdê ji peymanê werbigrin.”

Bajarê Gainesville li eyaleta Floridayê ye û Zanîngeha Floridayê jî bi qada xwe ya 8,2 kîlometre çargoşe, him ji aliyê hejmara xwendekaran û him jî ji aliyê mezinbûnê ve, yek ji mezintirîn zanîngehên Amerîkayê ye.