Bahçelî: Bihara tirk û kurdan…
Serokê MHPê Devlet Bahçelî di civîna koma partiya xwe ya parlamentyê de got, 'Tirkiyeyeke ji terorê azad bihara biratiya tirk û kurdan e. Tirk û kurd sembola biratiyeke nayê şikandin in. Em hemû Komara Tirkiyeyê ne.’
RûpelNews - Devlet Bahçelî, Serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), di civîna koma partiya xwe ya li parlementoyê de axivî.
Bahçeli got, 'Tirkiye û welatên herêmê dê bigihîjin atmosfereke mayînde û berfireh a aştî û aramiyê. Berî her tiştî bi rêya hevgirtin, alîkariya dualî û têkoşîna ber bi heman qibleyê ve zivirîn û di heman rêzan de yekbûnê xurt dike.'
'Biratî û yekitiya me...'
Bahçeli got, 'Digel ku me ji nêz ve çavdêriya wêneya hovane dikir ku bi xwîn, çek û tundûtûjiyê li derdora me tê xêzkirin, me careke din dît û nîşan da ku yekîtiya me ya neteweyî û biratiya me, di çarçoveyeke aştiya navxweyî û aramiya xurtkirî de, çavkaniya me ya herî mezin a berxwedan û misogeriyê ne. Em ji her demê zêdetir bi biryar in ku tovên nîqaşê yên ku di nav me de tên çandin, yek bi yek ji kokê vekin. Em bi kelecan in. Em heta dawiyê bi israr dimînin. Em ê bi hev re bisekinin.’
‘Dê ji bo pêkanîna reformên yasayî gav bên avêtin'
Bahçelî derbarê nêzîkatiya hikûmetê ya ji bo pêvajoyê jî wiha axivî: "Li ser bingeha rapora ku ji aliyê komîsyonê ve hatiye amadekirin, dê reformên demokratîk û yasayî gav bi gav bên pêkanîn. Di vê pêvajoyê de, divê em gelekî baldar bin ku xwe ji daxuyaniyên ku dikarin bibin sedema şaşfêmkirinan, li dijî niyêtên baş derdikevin, lawaziyê zêde dikin, an jî dibin sedema xemgîniyê dûr bixin. Lezandin an jî fetisandina pêvajoyê bêwate ye; em ketine vê rêyê û, bi îzna Xwedê, em ê bigihîjin armanca xwe. Me armancek daniye, û, bi îzna Xwedê, em ê wê bi dest bixin.”
