Babacan: Pirsa Kurdî yek ji mijarên me yên girîng û sereke ye

10 îlon 2019 13:36
Babacan: Pirsa Kurdî yek ji mijarên me yên girîng û sereke ye

PeyamaKurd - Yek ji damezirîner û wezîrê AKPê yê Berê Ali Babacan ku niha amadekariya partiyeke nû dike ragihand ku ew dê beriya sala 2020an partiya nû dadimezirînin. Babacan ji bo pirsgirêka Kurdî jî got, “Li Tirkiyê pirsgirêka maf û azadiyan heye, berî her tiştî divê em vêya çareser bikin.”

Ali Babacan ji Rojnameya Kararê re ku li Tirkiyê weşanê dike, derbarê amadekariyan partiya xwe, pirsa Kurdî, tayînkirina qeyûman û mijara penaberên Sûriyeyî axivî.

 “Xeyala me ne ev bû. Me Tirkiyeyek din texeyyul dikir. Xeyala me rewşeke din helwêsteke din bû. Ev yek ne şexsî ye. Yanî şikestineke tenê tine, ev pêvajoyeke dûr û dirêj e.”

Babacan destnîşan kir ku pirsa serekî ya Tirkiyê azadî, edalet û aborî ye û dibêje ku gel baweriyê bi wan tîne ku di van mijaran de kar bikin û beriya sala nû ew dê pariya nû ragihînin.

‘LI TIRKIYE PIRSGIRÊKA MAF Û AZADIYAN HEYE’

Babacanê ku amadekariya partiyeke nû dike li ser pirsa Kurdî jî wiha axivî, “Li Tirkiyê pirsgirêka maf û azadiyan heye, berî her tiştî divê em vêya çareser bikin. Di heman demê de ferqe mezin ya aborî di navbera herêman û civatan de heye. Di bîra civakî de birînên kûr hene. Şikestineke hestebarî heye. Ne pêka e ku bi polîtîkayên tundrew ev bêne çareserkirin. Divê mirov bi ûjdan be.”

‘PIRSA KURDÎ YEK JI MIJARÊN ME YÊN GIRÎNG Û SEREKE YE’

“Li Tirkiyê em hem azadiyan berfireh dijîn û hem jî ewlekariya Tirkiyê, em bi awayekî hevdem li ser vêya kar dikin. Me bi salan got ‘Divê mirov di navbera ewlekarî û azadiyan de balanseke ava bike’ û me bi vêya îftîxar kir. Em di wê baweriyê de bûn ku pirs dê bi rêya demokrasiyê bêne çareserkirin. Niha jî tişta em dikin em vegerin wê demê û wî rihî. Niha pirsa Kurdî yek ji mijarên me yên girîng û sereke ye.”

Divê Tirkiyê bi rastî û awayekî berfireh li ser mijara penaberên Sûriyeyî bisekine. Pêwîst e mijar ji aliyê siyasî, aborî û civakî ve were analîzkirin û stratejiyeke nû were diyarkirin.

'DIVÊ EM RÊZÊ LI ÎRADEYA GEL BIGIRIN'

Li ser pirsa qeyûman û şaredarên ji kar hatine dûrxistin jî Babacan dibêje divê kesên hilbijartî ji kar dûr bixe dadeke serbixwe ku bi tenê raspardeya wê dad û hiqûq be.

“Em behsa kesekî hilbijartî dikin. Li vir em behsa kesekî bi tenê nakin, esas em behsa nûnerekî hilbijartî dikin ku li pişt wî kesê hilbijartî yek caran bi deh hezaran, bi sed hezaran hetta bi milyonen kes hene. Divê em rêzê li vê îradeya hilbijêran bigirin, yana na em dê zirareke mezin bidine demokrasiyê.”