Babacan li ser ‘Pirsa Kurd’ bi hejmarek kesayetan re civîneke berfireh çêkir

11 berfanbar 2019 00:25
Babacan li ser ‘Pirsa Kurd’ bi hejmarek kesayetan re civîneke berfireh çêkir

PeyamaKurd – Wezîrê berê yê hikûmetên AK Partiyê Alî Babacan ku ev demeke li ser damezrandina partiyeke siyasî li dijî deshilatdariya AKPê dixebite, bi şandeke berfireh re civînek li ser pirsa Kurd çêkir.

Li gorî agahiyên medya Tirk, 15 kes beşdarî civînê bûne û civîn du rojan dom kiriye. Di nav şanda beşdarî civînê bûne de jî hejmarek kesayetên Kurd  hebûne ku akademisyen Vahap Coşkun, parêzer Mehmet Emîn Aktar û siyasestmedarên Kurd Sertaç Bucak û Abdulbakî Erdogmuş di nav wan kesan de bûn.

Babacan beriya niha di daxuyaniyeke xwe de çav ji Kurdan re kirpandibû û gotibû, 'Kurd pêkhateya eslî ya vî welatî ne'. 

Heta niha li ser dayîna mafên rewa û netewî yên Kurdên bakurê Kurdistanê, li Tirkiyê ti partiyeke berê û niha ti gavên pratîkî neavêtine, lê dema hilbijartinan û avakirina partiyên xwe hin sozan didin ku AKPê jî gelek soz dabûn û piştre bicih neanîbûn.