Azerbaycanê milyonek bermîl petrola li Tirkiyê ji Îsraîlê re sand
PeyamaKurd – Azerbaycan ku di şerê Hamasê de piştevaniya Îsraîlê de, 1 milyon bermîl petrola xwe ya li Bendera Ceyhan a Tirkiyeyê ji Îsraîlê re şand.
Ajansa Bloombergê ragihandiye ku keştiya Seavioletê ya Azerbeycanê ku zêdetirî milyonek bermîl petrol tê de bû 21ê Cotmehê ji Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê ber bi Bendera Eilate ya Îsraîlê ve bi rê ketiye.
Li gorî çavkaniyên Bloombergê, zêdetirî yek milyon bermîl petrola ku ji aliyê Kompanya Paz Oilê ya Îsraîlê ve ji Azerbeycanê hatiye kirîn dê li Bendera Eilatê bê radestkirin.
Hêjayî gotinê ye, deshilata Tirkiyeyê piştî êrîşa Hemasê ya 7ê Cotmehê û êrîşên Îsraîlê yên ser Xezeyê, piştevaniya xwe bo Hemasê eşkere anîbû ziman, lê bazirganiya bi ser Tirkiyê de bo Îsraîlê jî berdewam dike. Azerbaycan ku wek dewleta herî nêzîk a Tirkiyê tê zanîn, xwedî têkiliyîn xurt bi Îsraîlê re ye.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin