AYMê biryar da Osman Baydemîr bi 30 hezar lîreyî were qerebûkirin

20 cotmeh 2021 21:44
AYMê biryar da Osman Baydemîr bi 30 hezar lîreyî were qerebûkirin

PeyamaKurd - Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyê (AYM) li ser serlêdana Serokê Berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Parlamenterê berê yê HDPê Osman Baydemir biryar da. Dadgehê bi sedema ku mafê wî hatiye binpêkirin biryar da ku bi 30 hezar lîreyên Tirk were qerebûkirin.

AYMê derbarê biryara paşxistina lêpirsîna derheqê Osman Baydemir de ku sala 2006an ji ber beşdarî çalakiyekê bûbû biryar da ku mafê Baydemir hatiye binpêkirin.

Dadgeha Destûrê biryara derbarê Baydemir de, 15ê Îlona 2021ê bi piraniya dengan daye ku tê de tê gotin; mafên civîn, xwepêşandan û di demeke maqûl de darizandinê yê Baydemir hatiye binpêkirin û wê 30 hezar lîreyên Tirk wek qerebû ji bo Baydemir bê dayîn.

Osman Baydemir sala 2006an dema Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê bû û wê demê li parêzgeha Dîlokê beşdarî çalakiyekê bûbû û ji ber vê yekê jî hatibû ceza kirin.