Axîos: Dibe ku Trump êrîşên li ser Îranê paş bixe 

07 nîsan 2026 09:58

Li gorî zanyariyan, çavkaniyên nêzîkî Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihandine ku, heger di mijara danûstandinên bi Îranê re pêşketin çêbibe dibe ku êrişên li ser Îranê bêne rawestandin.

Axîos: Dibe ku Trump êrîşên li ser Îranê paş bixe 

RûpelNews - Li gorî nûçeyeke Axîs a Amerîkî, ku xwe dispêre çavkaniyên nêzîkî mijarê, Amerîka û Îsraîl xwedî planeke hevpar in ku amade ye li dijî binkeyên enerjiyê û pirên Îranê êrîşekê bikin. Di raporê de hat gotin ku ji bo pêkanîna planê tenê erêkirina Trump pêwîst e.

“Ne diyar e ka aliyê Îranê amade ye ku bigihîje lihevkirinekê”

Li gorî çavkaniyeke nenas a ku ji Axîosê re axiviye, Trump dikare êrîşê paş bixe heke ew bibîne ku peymanek dibe, lê biryara dawî bi tevahî di destê wî de ye. Heman çavkaniyê şîrove kir, "Dibe ku Trump peymanekê qebûl bike heke ev yek derkeve holê, lê ne diyar e ka aliyê Îranê ji bo vê amade ye an na."

Di nûçeyê de herwiha hat destnîşankirin ku berpirsekî parastinê derbarê egera paşxistina êrîşeke nû a li ser Îranê de bi hişyarî nêzîk bûye û tekez kiriye ku pêvajoya danûstandinan gihîştiye qonaxeke krîtîk.

“Marco Rubio di vê mijarê de ji Trumpê nermtir e”

Hat ragihandin ku çavkaniyek, ku tê gotin di rojên dawî de gelek hevdîtin bi Trump re kirine, helwesta Trump a li ser Îranê wekî "helwesta herî tund a di lûtkeya rêveberiyê de" pênase kir. Lêbelê, çavkaniyeke din îdia kir ku Wezîrê Parastinê Pete Hegseth û Wezîrê Derve Marco Rubio li gorî Trump di vê mijarê de xêzeke nermtir girtine ber xwe.

Mohlet bi dema Tirkiyeyê, roja Çarşemê saet di 03.00an de bi dawî dibe

Trump berê gef li Îranê xwaribû xwesti bû ku  Tengava Hurmuzê di nav 48 saetan de bê vekirin an dê êrişên berfireh pêk bînin. Di parvekirineke medyaya civakî de di 5ê Nîsanê de, Trump gotibû "Sêşemê saet 20.00 bi dema Rojhilatê ya Amerîkayê dê dem bi dawî bibe. Ev bi dema Tirkiyeyê roja Çarşemê saet 03.00an nîşan dide.