Audi 9 hezar û 500 karkeran ji kar derdixe

27 mijdar 2019 03:37
Audi 9 hezar û 500 karkeran ji kar derdixe

PeyamaKurd- Şîrketa otomobîlê ya Almanya Audi bi sedema kêmkirina maliyeta otomobîlan heya sala 2025an wê 9 hezar û 500 karkerên xwe ji kar derxe. Audi şîrketeka bi ser Volkswogenê ve ye.

Di mijara derxistina karmendan de şîrket weha dibêje:

“Li dora 6 mîlyar Euro ji maliyetê kêm dibe. Wê bibe temîna %9 heya %11 da kar zêde bibe. Ev jî wê bo projeyên weka elektrîfîkasyonê û dîjîtalîzebûnê bibe bingeheka dahatûyê.”

Almanya di sektora otomobîlan de weka dewlet biryara xwe daye ku bi elektrîkê erebeyan bimeşîne vê biryara Audiyê jî xuya dike ku ber bi otomobîlên ku bi elektrîkê dixebitin ve diçe.