Asîtê berfê ket ser çiyavanan: 2 mirî û 7 birîndar

05 adar 2023 00:34
Asîtê berfê ket ser çiyavanan: 2 mirî û 7 birîndar

PeyamaKurd – Li bajarê Derya Reş li Artvînê li navça Yusufeliyê li taxa Olgunlarê aşîtê berfê ket ser çiyavanan. 2 çiyavan di bin aşîtê berfê de man û can dan. 7 kes ji wan jî birîndar ji bin berfê hatin derxistin.

Li gor ragihandina parêzgehê di wexta ku hemwelatî li ser berfê xwe şematek dikirin, siet di 15.00an de aşîtê berfê bi ser wan de hat. Tîmên AFAD ê û yên din yên rizgarkirinê xebatên xwe li seha bûyerê dimeşînin. Çiyavanên ku li deverê bûne ji bo kişandina fîlm li wê derê bûne. Çiyavan hemî ji xelkê Erzeromê ne.