Artêsa Tirkiyê û komên çekdar car din vegeriyan cihê ku jê vekisiyabûn
10 berfanbar 2019 23:48
PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê û komên çekdarên opozîsyonê yên girêdayî wê ku doh ji depoyên genim ên Şergirakêyê vekişiyabûn, car din vegeriyan wê herêmê.
Li gorî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê doh komên çekdar ji depoyên genim ên gundê Şergirakê yê Girê Spî vekişiyan.
Çavkaniyên herêmê radigihînin ku artêşa Tirkiyê û komên çekdar îro ji nû ve vegeriyan depoyên genim yên Şergirakê yên Girê Spî.
Li gorî peymana di navbera artêşa Tirkiyê û Rûsyayê de, depoyên genim yên Şergirakê wê radestî hêzên Rûsya û rejîmê bihatina kirin.
Dîsa tê ragihandin ku komên çekdarên girêdayî Tirkiyê nêzî rêya M-4 a navneteweyî jî xalên kontrolê çêdikin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Artêsa Tirkiyê û komên çekdar Kobanî, Eyn Îsa û Til Temir topbaran kirin
04 cot 2022
Jiyan
Komên çekdarên girêdayî Tirkiyê êrîsî xalên artêsa Sûrî kirin
01 brf 2019
Jiyan
Amerîka: Em li hêviya Artêsa Lubnanê ne komên çekdar bêçek bike
29 adr 2025
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin