Artêsa Tirkiyê û hêzên rejîma Esed cara yekem li hev resandin
16 hezîran 2019 23:57
PeyamaKurd – Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku hêzên rejîma Sûriyê ya rêveberiya Beşar Esed êrîşî xala çavderiyê ya 9an a Tirkiyê ku li herêma Idlib ya Tall Bazanê ye.
Wezareta Tirkiyê cara yekem e rûbirûbûn û pevçûna hêzên rejîma Sûriyê û artêşa Tirkiyê radigihîne û diyar dike, wan bersiv daye êrîşa ku bi top û hawinan bi ser xala 9an a çavderiyê de hatiye kirin.
Hêzên artêşa Tirkiyê heta niha bi hinceta paqijkirina terorê li herêmê bûn û hikûmeta Sûriyê ya Beşar Esed jî hebûna wan wekî dagirkerî dibîne, lê niha eşkere dibêjin ku bi hêzên rejîmê re rûbirû dibin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin