Artêsa Tirkiyê li ser rêya M4 otomobîla sivîlekî gulebaran kir

22 tîrmeh 2020 18:23
Artêsa Tirkiyê li ser rêya M4 otomobîla sivîlekî gulebaran kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro leşkerên tirk li ser rêya M4 a Idlibê otomobîleke sivîlan gulebaran kir û di encamê de kesek birîndar bû.

Li gorî zanyariyan bûyer îro danê sibê li ser rêya M4 di navbera gundê Xalidiyê û Dibis de rû daye û di encama gulebarana leşkerên tirk de sivîlek birîndar bûye.

Hat diyarkirin ku yi encama gulebaranê de sivîlê bi navê Ehmed Elî yê 25 salî ja ji Girê Spî ye birîndar bûye û ew bo nexweşxaneyeke Kobaniyê hatiye veguhestin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, ligel garantoriya Rûsya ya bo çûnûhatina sivîlan li ser rêya M4 dîsa jî sivîl gelek caran dibin armanca êrîşên çekdaran û leşkerên tirk.

5ê Tîrmehê jî artêşa Tirk ji baregeha xwe ya leşkerî ya li gundê Hoşan ê Eyn Îsayê erebeya sivîlekî topbaran kiribû.

Herwiha 11ê Cotmeha 2019an jî, çekdarên bi ser Tirkiyê ve Sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi awayekî hovane qetil kiribûn.