Artêsa Tirkiyê li derdora Minbicê dewriyeyan digerîne

19 hezîran 2018 02:03
Artêsa Tirkiyê li derdora Minbicê dewriyeyan digerîne

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê li derdora Minbicê dest bi tevgerên eskerî kir. Firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî jî li esmanê herêmê digerin û Fermandeyê Encûmena Eskeriya Minbicê jî dibêje, hêzên wan di cihê xwe de mane û heta niha ti kêşeyek çênebûye.

Li gorî zanyariyan Artêşa Tirkiyê li ser çemê Sacûrê û di navbera Minbic û Cerablusê de dest bi tevgerên eskerî kiriye.

Herwiha agahiyên ji çavkaniyên herêmî jî vê yekê pesend dike ku hêzeke Tirkiyê li ser çemê Sacûrê tê xuyakirin, ku dikeve ser sînorê navbera Minbic û Cerablusê.

Çemê Sacûrê ku weke xeta sînorî ya Sacûrê jî tê naskirin, sînorê herêmên di bin kontrola Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyonê li milekê û Hêzên Sûriya Demorkatîk (HSD) û Encûmena Eskeriya Minbicê li milê din, ji hev cuda dike.

Li gorî van agahiyan, Artêşa Tirkiyê li ser xeta Sacûrê dest bi tevgeran kiriye û çavdêriya rewşa herêmê dike.

Herwiha li aliyekê din helîkopterên Hevpeymaniya Navdewletî jî li esmanê herêma Minbicê digerin û çavdêriya rewşa herêmê dikin.

 

Derbarê geşedanên nû yên li Minbicê de, Fermandarê Encûmena Eskeriya Minbicê, Mihemed Ebû Adil ragihand ku: “Artêşa Tirkiyê neçûye nav Minbicê, tenê li ser xeta sînorê Sacûrê ne û li sînorê Mertala Firatê dest bi tevgeran kiriye.”