Artêsa Tirkiyê herêma Qendîlê bombebaran kir
PeyamaKurd – Balafirên Şerî yên Artêşa Tirkiyê (TSK) herêma Qendîlê û derdora wê bombebaran kir. Piştî bombebaranê agir bi derdorê ket.
Balafirên Şerî yên Artêşa Tirkiyê (TSK) îro danê sibehê, li dijî navçeya Sangeser a girêdayî Pişderê êrîşên esmanî pêk anîn û deroûdor bombebaran kir.
Li gorî agahiyên medya Kurdistanê, Midûrê Navçeyê Nehro Abdullah got, “îro danê sibehê, saet li dora 9:35an balafirên şerî yên Tirkiyê firînên keşfkirinê pêk anîn û çiyayên Bermitayê bombebaran kir.”
Abdullah da xuyakirin ku bombebaranê bi qasî saetekê dewam kiriye, “Saet 10.20an li dijî gundên Bermka, Sergeli, Kalatukan û Geli Bedran bombebaraneke tund pêk anîn.”
Hat diyarkirin ku piştî bombebarana artêşa Tirkiyê erdên çandiniyê û bejahiya deverê şewitiye. Nehro Abdullah da zanîn ku şewata piştî bombebaranê li Gelî Bedran dewam dike.
Ji aliyê din ve çavkaniyên herêmî dibêjin ku firînên balafirên şerî yên TSKê li deverê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin