Artêsa Misirê hêzeke leskerî sand Sûriyê

30 tîrmeh 2020 19:58
Artêsa Misirê hêzeke leskerî sand Sûriyê

PeyamaKurd – Hat zanîn ku artêşa Misirê 150 leşker şandin başûrê Idlib û rojavayê Helebê daku ligel milîsên îranî û hêzên rejîmê şerê komên çekdarên bi ser Tirkiyê ve bikin.

Li gorî nûçeya Ajansa Anadol a Tirkiyê ku dispêre çavkaniyên leşkerî yên pêbawer li herêmê, dewleta Misirê bi qasî 150 leşkerên xwe ji bo piştgiriya hêzên rejîma Esed çend roj berê şandine Sûriyê ku daketina balafirxaneya Hema ya di bin kontrola hikûmeta Şamê de.

Hat zanîn ku leşkerên Misirî bi du komên cuda di na milîsên îranî û hêzên rejîmê de hatine dabeşkirin ku beşek ji wan bo herêma rojavayê Helebê hatine veguhestin, beşek jî li dorûbera eniyên şer ên navçeya Serakîp a başûrê Idlibê hatine bicihkirin.