Artêsa Iraqê: Proseya derxistina hêzên biyanî dest pê kir
PeyamaKurd - Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê piştî biryara doh ya Parlamena Iraqê ya derxistina hêzên biyanî ragihand, wan dest bi mekanîzmaya bicihanîna biryara derxistina hêzên biyanî kiriye.
Berdevkê fermandariya giştî ya artêşa Iraqê Ebdulkerîm Xelef got ku mekanîzmaya biryara derxistina hêzên biyanî dest pê kiriye û diyar kir ku ew girêdayî biryara parlamentoya Iraqê ya ji bo derxistina hêzên biyanî yên di nava xaka Iraqê de ne.
Xelef destnîşan kir ku ewê hemû saziyên îstixbarat û leşkerî bixin ximzeta biryara parlamentoyê.
Xelef di dewamê de bilêvkir ku pitşî aloziya dawî, bi taybet kuştina Qasim Silêmanî û Ebu Mehdî Muhendis, Iraq rastî pêşbaziyek leşkerî ya giran hatiye û dixwazin carek Iraqê vegerîn dema serdema beriya şerê DAIŞê.
Berdevkê fermandariya gitşî ya artêşa Iraqê Xelef herî dawî jî got; “Hikumet her tim dixwaze alîkariya leşkerî ya welatan û hevpeyamanan wergire. Lê ev tenê têgihiştineke, dikarin lêkolînek bê kirin, bi taybet jî piştî derketina hêzên li ser Iraqê.”
Hêjayî gotinê ye beriya niha di sala 2014an de bi rêya du daxwznameyan daxwaz ji Amerîka û welatên din hatibû kirin da ku ji bo têkbirina DAIŞê pişgiriya artêşa Iraqê bikin.
Parlamena Iraqê doh 5ê Çile bêyî beşdarbûna Kurd û Sûneyan biryara derxistina hêzên biyanî - Amerîka pesend kiribû ku ev yek jî wekî berteka kuştina Qasim Silêmanî û Ebû Mehdî Muhendîs bû li Bexdayê.
Cîgirê Serokê Parlemena Iraqê Dr. Beşîr Hedad jî ji medya Kurdistanê re ragihandibû ku hêzên Amerîkayê bi daxwaza hikûmeta Iraqê hatine welatê wan û hikûmeta niha ya veguhêz ku erka serokwezîr demkî ye jî nikare rêkeftinên navdewletî îmze bike yan jî hilweşîne.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin