Artêsa Iraqê: 22 Mosek hatin bikaranîn, 5 jê li Hewlêrê ketin

08 rêbendan 2020 15:05
Artêsa Iraqê: 22 Mosek hatin bikaranîn, 5 jê li Hewlêrê ketin

PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya Artêşa Iraqê, di êrişa Iranê de 22 Moşek hatin bikaranîn û 5 jê li Hewlêrê ketin. Artêşa Iraqê da zanîn ku êriş di 01.45an de destpê kiriye û heya 02.15an dewam kiriye.

Li gorî zanyariyên berdest, ji 22 moşekan 5 li Hewlêrê ketin û 17 li binkeya El Esedê. Artêşa Iraqê eşkere kir ku armanca hemû moşekan hêzên Hevpeymaniyê bû û tu zirara wan çênebûye.

FlyDubai û Emirates firînên xwe yên bo Bexdayê betal kirin

FlyDubai ku navenda wê li Îmaratan e piştî êrişên Iranê yên îro bo ser hêzên hevpeymaniyê ye firînên xwe yên bo Bexdayê betal kirin.

Şîrketa hewageriyê Emiratesê jî ragihand ku firînên xwe yên bo Bexdayê betal kirine.