Artês û çekdar pev çûn: Gelek sivîl hatin kustin…

01 mijdar 2023 00:40
Artês û çekdar pev çûn: Gelek sivîl hatin kustin…

PeyamaKurd – Li welatê Etiyopya herêma Amharayê di navbera artêşê  û çekdarên li herêmê de şer rû da û gelek sivîl di nav wî şerî de hatin kuştin û birîndarkirin.

Komîsyoneke Mafên Mirovan a Etiyopyayê ragihand ku di şerê li herêma Amhara ya Etiyopyayê de gelek sivîl hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) di dawiya meha Tebaxê de ragihandibû ku di meha despêkê ya şer de herî kêm 183 kes mirine ku niha ji ber qutbûna înternetê li seranserê herêmê wergirtina agahiyan gelekî zehmet e.

Tê gotin ku hejmara kuştiyên li herêmê dibe gelekî zêdetir be.

Li welatê Afrîka Etiyopyayê hin herêm di bin kontrola komên çekdar de ne û hêzên artêşê hewl didin wan herêman bixin bin kontrola xwe.