Artêsa Îsraîlê, balafirên ku di êrîsa ser Îranê de bikaraniye askera kir

29 cotmeh 2024 03:11
Artêsa Îsraîlê, balafirên ku di êrîsa ser Îranê de bikaraniye askera kir

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê di derbarê balafirên ku di êrîşa ser Îranê de bikaraniye, agahiyan da. Di dîmenan de, dîmenên balafirên F-15 û F-16an nîşan da lê qet behsa balafirên F-35an yên nûjen ku yên nesla nû ne nekir.

Berê, çapemeniya Îsraîlê di mijarê de behsê kiribû ku di êrîşa 26ê Cotmehê ya ser Îranê de, balafirên F-15, F-16 û F-35nn bikaraniye. Di nûçeyan de hatibû gotin ku bi balafiran re, balafirên ku depoyên balafiran li hewayê tije benzîn dikin, dron û helîkopterên rizgarkirinê di êrîşan de 3 seet wezîfe kirine.