Arîn Mesrûr Barzanî li ser Instagramê dest bi çalakiya maskeyan kir
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyên vîrûsa koronayê 15 hezar kes derbas kir û her roj hejmara nexweşan zêde dibe. Ji bo li hember vê vîrusê gelê Herêma Kurdistanê teşwîqî bikaranîna maskeyan bike, Lawê Mesrûr Barzanî Arîn Mesrûr Barzanî, li ser hesabê xwe yê Instagramê, bi hashtaga #AreenMaskChallenge dest bi çalakiya bikaranîna maskeyan kir.
Li ser hesabê xwe yê Instagramê Arîn Mesrûr Barzanî wêneyekî xwe yê bi maske parve kir û ragihand: “Divê em hemû kes maskeyan bi kar bînin, da ku em hişyariya girîngiya bikaranîna maskeyan bihêz bikin û alîkariya asayîbûna vê rewşê bikin.”
Herwiha Arîn Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Her kesê ku dixwaze beşdarî vê kampanyayê bibe, bila #AreenMaskChallenge binivîse û bi wêneyekî bi maske beşdarî çalakiyê bibe. Ez gelek spasiya we dikim. Em bi hev re silametiya civak, malbat û hevalên xwe biparêzin.”
Armanca çalakiya Arîn Mesrûr Barzanî, welatiyên Herêma Kurdistanê teşwîqî bikaranîna maskeyan bike, da ku ji pêketina vîrûsa Koronayê (Covid-19) xwe biparêzin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin