Apê Mûsa di 28emîn salvegera qetilkirina wî de tê bibîranîn

20 îlon 2020 16:45
Apê Mûsa di 28emîn salvegera qetilkirina wî de tê bibîranîn

PeyamaKurd – Rewşenbîr, nivîskar, rojnamevan û rûspiyê Kurd Mûsa Anter, 20ê Îlona sala 1992yan li Diyarbekirê ji aliyê hêzên tarî ve li taxa Seyrantepe li kuçeyê bi sûîqestê hatibû qetilkirin.

Mûsa Anter ku di nav Kurdan de bi nasnavê Apê Mûsa tê naskirin, îro 20ê Îlonê di 28emîn salvegera qetilkirina wî de tê bibîranîn.

Piştî 28 salan jî hîn doza kuştina Mûsa Anter negihîştiye ti encamekê û tawanbarên esil nehatine eşkerekirin û sizadan.

Herwiha îsal sala 2020an sedsaliya ji dayikbûna Apê Mûsa ye ku ew jî bi çalakiyên curbecur tê pêşwazî û pîrozkirin.