Angela Merkel îro serdana Tirkiyê dike

16 cotmeh 2021 18:59
Angela Merkel îro serdana Tirkiyê dike

PeyamaKurd – Şêwirmenda Almanyayê Angela Merkel, îro 16ê Cotmeha 2021ê serdana Tirkiyê dike û bi Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.

Angela Merkel ji ber erka wê bi dawî bûye, ji bo xatirxwestinê îro serdana Tirkiyê dike. Serokatiya Ragihandina Serokomariya Tirkiyê, derbarê serdanê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, Merkel îro serdana Tirkiyê dike û li Stenbolê bi Erdogan re dicive.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê eşkere dike, di hevdîtina Merkel û Erdogan de, pêwendiyên Tirkiye û Almanyayê bi berfirehî tên nirxandin û ji bo zêdetir hevkariyeke baş, gavên pêwîst wê bên gotûbêjkirin.

Li gor daxuyaniyê, di hevdîtinê de ligel pêwendiyên Tirkiye û Almanyayê, pêwendiyên Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê û di serî de Libya, Sûriye, Afganistan, mijarên navdewletî û navçeyê wê bên gotûbêjkirin.

Herwiha li gor çend rojnameyên navdewletî, partiyên opozîsyona Almanyayê Partiya Çep û Kesk ligel Merkel hevdîtin kirine û di hevdîtinan de xwestine ku Merkel di serdana xwe ya Tirkiyê de mijara girtiyên sîyasî jî gotûbêj bike.

Angela Merkel ev 16 sal in li Almanyayê Rawêjkar bû û di hilbijartinên 26ê Îlona 2021ê de eşkere kiribû ku nabe berbijêr. Ev demeke jî bi armanca xatirxwestinê serdana gelek welatan dike.