Analîz/ Adar Dilovan: Erisa Hewlêrê ji me re çi dibêje
PeyamaKurd - Bi êrişa ser Parêzgariya Hewlêrê me careke din dît ku dijminên Kurdan li pey planeke nû ne û dixwazin destkeftiyên Kurdistanê paşvetir bibin.
Îro li ber deriyê Parêzgariya Hewlêrê êrişeke terorîstî çêbû û di encamê de xebatkarekî Parêzgariyê hat şehîdkirin. Asayişê karî 3 terorîstan jî bikuje.
Di vir de ya balkêş ew e ku her sê êrişkar jî di biniya 18 salî re ne û ji Hewlêrê ne. Yanî gelekî diyar e ku hatine xapandin û bo êrişeke wisa hatine amadekirin.
Di vir de ya tê bîra mirov, rewşa Kerkûkê, avabûna hikûmeta nû ya Iraqê û hinardekirina petrola Kerkûkê di ser Kurdistanê re ye.
Tirkmenên Kerkûkê yên ku bi emr û dîrektîfên MHPê hereket dikin, dizanin ku wê tu carî li Kurdistanê serdestiyê bi dest nexin û li Kerkûkê jî nebin desthilatdar.
Ji ber ku rêveberiya Tirkan jî guherî û hêz bi piranî ketin destê MHPê, li Iraqê jî hêzên paramîlîter li dijî destkeftiyên Kurdistanê hatin organîzekirin. Ev êriş jî li gor nêrînekê encamê van planên qirêj e.
Lewra li Kerkûkê demeke dirêj e dewleta Tirkan bi hemû dezgeh û saziyên xwe yên ragihandin, îstixbarî û siyasî ve propagandeya wê yekê dike ku teqîn û êrişên li Kerkûkê bi destê Kurdan tê kirin.
Di vir de Tirk dixwazin bibêjin ku Kurd nikarin ewlehiya Kerkûkê biparêzin lewra bajarên wan bi xwe ne ewle ne.
Ev yek bi temamî şerê psîkolojîk e û hemleyeke nû ye li dijî Kurdan.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin