Zeydî: Yekirina Pêşmergeyî dê ewlehiya neteweyî xurt bike
RûpelNews - Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî derbarê yekbûna hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê di bin sîwaneke yekane de peyamek weşand.
Zeydî kêfxweşiya xwe jinûve avakirin û yekbûna hêzên Pêşmerge re anî ziman û tekezî li ser girîngiya sazûmanîkirina hêzên ewlehî û leşkerî di çarçoveya destûr û qanûnê de kir.
Zeydî, bal kişand ser pêwîstiya xurtkirina koordînasyona di navbera pêkhateyên cuda yên Hêzên Çekdar ên Iraqê de, diyar kir ku gavên derbarê Pêşmerge de hatine avêtin dê bibin alîkar ji bo xurtkirina ewlehiya neteweyî û 'yekkirina biryarên parastinê'.
Rêveberiya Bexdayê berê tekez kiribû ku Pêşmerge beşeke yekpare ya sîstema ewlekarî û parastinê ya Iraqê ne. Di meha Hezîranê de, Berdevkê Hêzên Çekdar ên Iraqê Sabah Numan ragihand ku hêzên Pêşmerga dê di planên nûjenkirin û çekdarkirina sîstema parastina hewayî ya Iraqê de cih bigirin.
Yekirina hêzên Pêşmerge temam bû
Wekî beşek ji pêvajoya reformê ya ku bi salan e li Herêma Kurdistanê didome, yekîneyên 80 û 70 ku bi rêzê ve girêdayî PDK û YNKê bûn, xistin bin fermandariya rasterast a Wezareta Pêşmerge. Hat ragihandin ku pêvajoya yekbûnê bi çalakkirina Fermandariyên Herêmî yên 1emîn û 2yemîn temam bûye.
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî tekez kir ku Pêşmerga niha hêza tevahiya Herêma Kurdistanê ye, ne ya ti partiyekê bi tenê ye, di heman demê de Serokwezîr Mesrûr Barzanî diyar kir ku di qonaxa bê de dê giranî li ser pêşxistina şiyanên leşkerî û standardên perwerdehiya Pêşmerge be.