Serokerkanê Iraqê: Pêşmerge beşek ji parastina neteweyî ye
RûpelNews - Serokerkanê Artêşa Iraqê Ebdulemîr Reşîd Yarelah bi boneyaragihandina yekkirirna Hêzên Pêşmergeyan peyameke pîrozbahiyê belav kir.
Yarelah ev gav wekî "werçerxaneke dîrokî" pênase kir.
Wî diyar kir ku ev pêngav ji bo yekkirina hewldanên leşkerî û bihêzkirina ewlehiya Iraqê gelekî girîng e.
Yarelah di peyama fermî ya ku li ser navê Wezareta Parastinê ya Iraqê hat belavkirin de, pîrozbahî li hemû fermandar, efser û karmendên Hêzên Pêşmergeyan kir.
Wî destnîşan kir ku ev yekbûn nîşaneke berbiçav a komkirina saziyan a di bin banekî de ye.
Yarelah di daxuyaniya xwe de bal kişand ser cihê Pêşmergeyan ê di parastina neteweyî de û got:
"Yekkirina Hêzên Pêşmergeyan, di komkirina saziyên leşkerî û ewlehiyê yên di bin banekî de bingeh û piştgiriyeke girîng e. Ev yek ji bo parastina welat û welatiyan, bilindkirina asta dîsîplîn û amadehiyê gelekî girîng e."
Yarelah her wiha got, "Em wekî Wezareta Parastinê ducare dikin ku berdewamiya hevahengî û hevkariya di navbera Hêzên Pêşmergeyan û Hêzên Çekdar ên Iraqê de xwedî giringiyeke jiyanî ye.
Hêzên Pêşmergeyan beşeke sereke û girîng a pergala me ya parastina neteweyî ne."
Serokerkanê Artêşa Iraqê destnîşan kir ku Pêşmergeyan bi helwesta xwe ya di operasyonên rizgarkirinê de eşkere îsbat kiriye ku ew Iraqê û gelê wê ji terorê diparêzin.
Spasiya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê kir
Yarelah ji bo beşdariya wan a di pêvajoya yekirina Hêzên Pêşmergeyan û bipêşxistina şiyanên leşkerî de spasiya serkirdayetiya siyasî û leşkerî ya Herêma Kurdistanê kir.
Di daxuyaniyê de, hewldanên Serok Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr, Alîkarê Serokwezîr Qubad Talebanî, Wezîrê Pêşmergeyan Şoriş Îsmaîl û Serokerkanê Hêzên Pêşmergeyan Îsa Ezîz hatin nirxandin û pesnê wan hat dayîn.
Di dawiya daxuyaniyê de, hat xwestin ku hevahengiya hevbeş a ku xizmeta ewlehî û aramiya Iraqê dike bi kûrahî bidome.
Her wiha behsa yekîtî û wekheviya welêt hat kirin.