TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Zelensky serdana Tirkiyeyê dike û bi Erdogan re dicive

📅 06 tîrmeh 2023 20:06

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky bi serdane fermî diçe Tirkiyeyê û bi Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan re dicive.

Li gorî zanyariyan, Zelensky sibe 7ê Tîrmehê serdana Tirkiyeyê dike û dê ji bilî hevdîtina rûbirû ya ligel Erdogan, şandên herdu welatan jî hevdîtinan bikin.

Hatiye diyarkirin ku di hevdîtinan de ji bilî pêwendiyên dualî wê rewşa dawî ya şerê navbera Ukrayna-Rûsyayê û Peymana Dexlê ya Stenbolê ku 17ê vê mehê dema wê bidawî dibe werin gotûbêjkirin.

Parve bike: