Zekeriya Yapıcıoglu li ser pêvajoya çareseriyê axivî
RûpelNews - Kongreya Asayî ya 5emîn a HUDA PARê ya Bursayê li Navenda Kongre û Çandê ya Merinos Ataturkê, bi beşdariya Serok Zekeriya Yapıcıoglu hat lidarxistin.
Yapıcıoglu diyar kir ku ew hewl didin têgeha biratiyê li seranserê welêt belav bikin û wiha got: "Wekî ku hûn dizanin, pêvajoyeke berdewam li welêt heye. Bi awayekî fermî jê re pêvajoya 'Tirkiyeya bê teror' tê gotin em jê re dibêjin 'pêvajoya tasfiyekirina PKKê' lê divê ev pêvajo tenê bi girtina wê rûpela tundiyê re sînordar nemîne; divê têkiliyên biratiyê jî bên avakirin."
Yapıcıoglu teqezî li ser piştgiriya xwe ya ji bo pêvajoya aştiyê kir û axaftina xwe wiha domand:
"Heke em bi rastî biratiyê ava bikin û bi yekîtî tevbigerin, em dikarin bi îzna Xwedê li hember hemû pirsgirêkên ku welêt pê re rû bi rû ye, serkeftî derkevin. Me berê jî ev yek kiriye û em dikarin dîsa bikin. Dîroka me şahidê vê yekê ye. Divê em careke din xwedî li ruhê Malazgirt û ruhê Çanakkaleyê derkevin. Bi îzna Xwedê, em ê hemû pirsgirêkên xwe li ser bingeha dadmendiyê çareser bikin.
Em ê careke din bibin xwedî hêz, qewet û yekîtiyê. Bila rêwîtiya me bi xêr be; bi hêviya ku em hemû wan rojan bibînin ku em vedigerin cewher û kokên xwe, li ser wan bi serbilindî radiwestin û ji bo rizgariya bindestên li seranserê cîhanê dibin çavkaniya hêviyê."