'Di pêvajoya çareseriyê de PKKê çek danî lê êrîşên li dijî kurdan didomin'
RûpelNews - Li Tirkiyeyê di rojên dawî de êrîşên li dijî karkerên kurd û dîmenên nîjadperest ên ku di maça Amedsporê de li trîbûnan rû dan, ji nû ve ketin rojevê. Li Zonguldak û Duzceyê piştî êrîşên li dijî karkerên kurd, li Kocaeliyê di pêşbirka Kocaelispor-Amedsporê de hejandina torbeyên zer, di raya giştî ya kurd de bû sedema bertekan.
Serokê berê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û parlamenterê berê Akın Birdal ê ku bersiva pirsên Cesim İlhan ê ji RûpelNewsê da û got ku divê tiştên qewimîne tenê wekî bûyerên mûnferît neyên nirxandin.
Birdal bi bîr xist ku êrîş berê jî li bajarên cuda qewimîne û diyar kir ku divê dewlet tenê bi daxuyaniyên şermezarkirinê nemîne, lêpirsîneke bibandor bimeşîne û sererastkirinên qanûnî yên pêşîgir bike.
Akın Birdal bal kişand ser pêvajoya çareseriyê ya ku di navbera Abdullah Ocalan û dewletê de didome û anî ziman ku danîna çekan a ji aliyê PKKê ve bi tenê têrê nake, divê pêvajo bi gavên demokratîkbûn û aştiya civakî bê piştgirîkirin.
Di rojên dawî de li Zonguldak û Duzceyê li dijî karkerên kurd êrîş pêk hatin. Piştre di maça Kocaelispor-Amedsporê de hejandina torbeyên zer ket rojevê. Duh jî li Stenbolê dîsa li cihekî ku karkerên înşaatê yên kurd lê dixebitin, ala Tirkan û torbeyên zer hatibûn daliqandin. Hûn van geşedanan çawa dinirxînin? Bi ya we ev perçeyek ji provokasyoneke organîzekirî ne, an bûyerên mûnferît in?
Berê jî nîşandan û êrîşên bi vî rengî yên nîjadperest çêdibûn. Lê belê niha di pêvajoyeke wiha de, li ser hev li Zonguldak, Duzce û Kocaeliyê qewimîna van nîşandan û êrîşên nîjadperest, ez difikirim ku ne tesaduf e. Organîze be an nebe, divê demildest lêpirsîneke bibandor bê kirin, fail bên eşkerekirin û cezakirin. Çimkî nîjadperestî, propagandaya şer û dijberiya aştiyê ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî sûc e.
Ji ber vê yekê ev rewşeke ku nayê qebûlkirin e. Divê mirov bi şermezarkirinê tenê nemîne. Demildest divê tevdîrên pêwîst bên girtin, lêpirsînên bibandor bên kirin û fail derkevin holê.
Bêguman girtina kesekî li Duzceyê baş e. Lê belê divê dewlet ji Enqereyê ve vê nîjadperestî, nefret û cihêkariyê bi eşkereyî bîne ziman û şermezar bike, her wiha ji bo kirina hin sererastkirinên qanûnî jî bikeve nava tevgerê.
Hûn dibêjin “Ev ne cara yekem e”. Di paşerojê de bi taybetî li Sakaryayê dema ku li dijî karkerên kurd êrîş pêk hatibûn, we jî bûyer li cihê wan lêkolîn kiribûn û mijar anîbû rojeva Meclîsê. Hûn di navbera tiştên wê demê qewimîn û tabloya ku îro derketiye holê de çawa wekheviyekê dibînin?
Belê, berê jî çêbû. Dîsa li Sakaryayê li dijî karkerên çandiniyê yên demsalî êrîş pêk hatin. Ev ne cara yekem e. Weke mînak di serdema me ya 2007an de, dîsa dema em li Meclîsê bûn, di sala 2008an de li Sakaryayê êrîşên bi vî rengî yên nîjadperest pêk hatibûn. Em bi Ahmet Turk û Gultan Kişanak re çûn, me li cihê bûyerê lêkolîn kir û me ev mijar bir Parlamentoya Tirkiyeyê. Yanî kesên ku ji vê nîjadperestî, nefret û cihêkariyê sûdê werdigirin hene. Ez difikirim ku divê ev bê rawestandin. Ji ber vê yekê divê hin sererastkirinên pêşîgir bên kirin. Divê ev di asta herî jor de bê şermezarkirin. Dewletê berê gav neavêt.
"Pêvajoyeke wiha hebe an nebe, ev êrîş sûc in"
Bi ya we gavên ku dewlet dê di vê mijarê de biavêje divê bi pêvajoya çareseriyê re girêdayî bin? Gelo derbasbûna pêvajoyeke nû, pêwîst dike ku li dijî van êrîşan helwesteke xurtir bê nîşandan?
Nexêr, pêvajoyeke wiha hebe an nebe; ev êrîş li dijî rûmeta mirovahiyê, keda mirov, nasname û kesayetiya mirov sûc in. Divê nebin. Lê eger berê ev êrîş bi awayekî bibandor bihatana lêpirsînkirin û cezakirin û hin sererastkirin û mueyîde (cezayên pêşîgir) bihatana danîn, herhal dê îro ev tişt neqewimîbûna.
"Hejandina torbeyên zer tiştekî hê jî rûreştir e"
Di maça Kocaelispor-Amedsporê de li trîbûnan torbeyên zer hatin hejandin. Ew jî helbet ew tiştê zer e ku bi ser gerîlayan de tê kirin, tê nixumandin. Ew tiştekî hê jî rûreştir e. Û diviyabû di wê kêliyê de li wir demildest pêşî li vê bihata girtin. Lê mixabin nebû ya dawî. Tê diyarkirin ku cezayê hepsa malê dane pênc kesan. Hûn vê mueyîdeyê têrker dibînin?
Belê. Yanî niha em ketin pêvajoyeke nû. Em dibêjin pêvajoya çareseriyê ye, PKKê çek danî. Bi rastî jî dema kurd wekî karker çûn Trabzon, Qeyserî û gelek cihên Behra Reş, berê jî rastî êrîşan hatin. Li hemberî rewşên bi vî rengî bi rastî jî divê dewlet gav bavêje. Em dibêjin bila êdî tiştên wiha nebin, tundî nebe, şer û pevçûn nebe, PKKê çek danî.
"Êdî divê gavên şênber bên avêtin"
Bi danîna çekan a PKKê û pêvajoya nû ya çareseriyê re, hûn li bendê ne ku dewlet di warê pêşîgirtina li van êrîşên nîjadperest de gavên cidîtir bavêje?
Heta îro neavêt. Lê belê li Meclîsê pêşxistina vê mijarê, nîşan dide ku ev pêvajo dê veguhezê boyûteke hiqûqî û siyasî. Lê hêj tiştekî şênber tune ye. Bi ya min êdî divê gavên şênber bên avêtin. Ji bo aştiya civakî, ji bilî kesên ku li dijî mirovahiyê sûc kirine, divê demildest gaveke giştî bê avêtin. Divê girtiyên siyasî bên berdan, girtiyên nexweş bên berdan, qeyûm (şaredarên ji wezîfeyê hatine girtin) li wezîfeyên wan werin vegerandin. Divê rêz li îradeya gel bê girtin û ev pêvajo bê domandin. Her wiha pêwîst e ev pêvajo civakî bibe û Komara sedsala duyemîn bibe xwedî taybetmendiyeke demokratîk. Ji ber xwe ve tiştek çênabe. Wezîfe dikeve ser milê her kesî, divê mirov mil bide, soz bide. Me jî li Stenbolê konferansa "Veguherîna Demokratîk a Komara Sedsala Duyemîn" li dar xistibû. Niha jî em di 12ê Îlonê de li Îzmirê li dar dixin. Em ê li hemû Tirkiye û herêmên wê van konferansan bimeşînin. Em ê hem bixwazin balê bikişînin ser vê pêvajoyê hem jî ji bo ku Komara sedsala duyemîn bibe xwedî taybetmendiyeke demokratîk hewl bidin.
“Bêdengbûna çekan têrê nake”
Herî dawî; hûn dibêjin ku divê pêvajoya çareseriyê tenê bi danîna çekan a ji aliyê PKKê ve sînordar nemîne. Bi ya we divê çarçoveya pêvajoyê çi be?
Bêguman. Ev nîjadperestî, ev êrîş, divê ev hemû jî di nav pêvajoyê de bin. Helbet bêdengbûna çekan têrê nake. Demokratîkbûn esas e û divê ev cure sûcên nîjadperestî, cihêkarî û nefretê di warê hiqûqî de demildest bên astengkirin. Li Tirkiyeyê pêvajoya çareseriyê heye, PKKê çek jî danî lê li gelek deverên welêt êrîşên li dijî Kurdan didomin. Ji bo vê yekê dewletê hê jî gaveke cidî navêtiye.