Zêdetirî 40 welat dê li ser Tengava Hurmuzê bicivin
RûpelNews - Brîtanya û Fransa dê mazûvaniya civîneke wezîrên parastinê ya li ser Tengava Hurmuzê bikin.
Di daxuyaniyekê de ji Wezareta Parastinê ya Brîtanyayê hat ragihandin ku dê civîneke derbarê Tengava Hurmuzê de di bin serokatiya Wezîrê Parastinê John Healey û Wezîra Parastinê ya Fransayê Catherine Vautrin de, bi beşdariya zêdetirî 40 welatan were lidarxistin.
Hat ragihandin ku ev civîn dê bibe yekem nîqaşa di asta wezîrên parastinê de derbarê hêza peywirê ya deryayî ya pirneteweyî ya ku ji bo herêmê tê plankirin.
Hat destnîşankirin ku civîna sibê dê li ser planên leşkerî yên ji bo vegerandina herikîna bazirganiyê ya di Tengava Hurmuzê re bisekine.
Çi bûbû?
Fransa û Brîtanya ragihandibûn ku ew dê mîsyoneke parastinê ava bikin da ku keştiyan li herêmê biparêzin û ewlehiya deryayî ya piştî şer misoger bikin.
Piştre, Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Kazim Xerîbabadî li hember amadekariyên Brîtanya û Fransayê yên ji bo şandina keştiyên şer bo Tengava Hurmuzê bertek nîşan dabû.
Xerîbabadî, ku diyar kir Tengava Hurmuzê ne milkê hevpar ê welatên ne herêmî ye, hişyarî da ku Hêzên Çekdar ên Îranê dê bersivê bidin her hewldaneke ji bo bicihkirina keştiyên şer li Tengava Hurmuzê.