TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Xemgînî - Thomas Bernhard

Dilovan Ali
Edîtor
📅 02 tîrmeh 2026 18:00
Helbesta "Xemgînî" ya Thomas Bernhard bi wergera Dilovan Ali

Xemgînî

 

çiya sor in û birayên min di nav mêjiyê min de dimeşin,

mîna ku Îsa di bin stêrkan de nehatibe xaçkirin;

ew stêrkên ku tu tirsa wan ji hovîtiyên canê min nîne,

wexta ku min canê xwe di geliyekî de veşart—wê çaxê, dema hîn ez ji dayik nebibûm—

di Nîsanê de, di wê meha hêrsbûyî de ya ku keviran dişo

da ku bibe goristan, ku hevalên keç ên tenêtiya min lê rûniştine,

bi rûyên çilmisî û bager çavên wan dikole

di bin heyva dûr de.

 

ji bo çi ne ev roj, ji bo çi ye ev mirin,

ji bo çi ye ev hemû tiştên ku ez jê hez nakim: ne ew tewal,

ne ew bişkoj û kulîlkên di nav devê kerê de,

ne ew qêrîna endamên laşê min di payîzê de, ne keda gundiyan,

û ne jî tu rûmeta wê êşê, ya ku diya min da ser milê min

dema ku diviyabû ew bimire

di navbera xwediyên meyxaneyan ên serxweş de, li ser qeraxa wê gola ku miriyên min dadiqurtîne

di bin kenê stêrkan de.

 

min tiştek nekiriye ku zirarê bide pîroziya we, tu tişt,

ji bilî nivîsandina çend rêzikên helbestan, ên ku birayê min anîn girînê

û xuşka min—bi kulîlkên bayê Nîsanê re—ber bi hesûdiyê ve bir;

min tiştek nexwariye ku li ser maseya we kêm bibe, min tiştek venexwariye

ya ku bêhna dawetên we jê bê,

an bêhna stranên serşeqamî yên embarên genim bide, yên ku ez êdî nikarim ji bo wan vegerim,

ji ber ku min zengila şaş lêdaye li ser qeraxa wî rûbarî

yê ku li hember xemgîniya min, serên vala yên nemiriyê radigire;

her roj, ji sibê heta sibê, bi bêdengî, mîna ku ez bûbim xwelî

berî ku ez şiyar bibim di goştê biharê yê van bajaran de.

 

ez li çi difikirim, dema ku ez kûçeyên vala dibînim,

yên ku paceyên mêr û jinan in—

ewqas rizîn vexwarine، ku divê Xwedê te biparêze—

yên ku keskahiya te çirandine, gewriya te û reşahiya rûbaran;

ewên pesna birçîbûna te nedidan û tu xemgîniya şevên te،

ku tê de tu bi her kevirî re û bi her beqekî re, ber bi jêr ve dimirî

ber bi bîrkirinê ve! ber bi bîrkirinê ve!

ber bi bêhêvîtiya kokan!

 

ez êdî tu rûyî nabînim ku ez karibim jê hez bikim, tu goştî

ku têra hesreta min bike, û tu mirinê ku têra tenêtiya min bike...

çewlik vala ne! xanî ji ber mûman mor bûne!

derî bi xirxir hovîtiya xwe dirijînin nav keda te, dema ku tu têyî malê;

û her devê pûç ê ku xwediyê zeviyekê ye, dar sêvekê, çêleka şîr, mêrgekê،

lanetê li te dike...

 

û heke tu bixwazî herî, tu nizanî bi ku ve!

û heke tu bixwazî avê vexwî, tu di nav çolê de rawestiyayî!

û heke tu bixwazî parsekiyê bikî, gemariya dewlemendiya wan te dixeniqîne!

û heke tu li gora xwe bigerî, ew ji te re

tasikek tije bedewî tînin!

 

... ez êdî tu rûyî nabînim ...

tenê herriya reş û hilweşiyayî ya kêmasiyên wan،

û ew hêrsa ku jiyana wan guhert

ber bi xwelî û tozê ve.

 

Thomas Bernhard

Ji Îngilîzî: Dilovan Ali 

Parve bike: