Kurdistan
Thomas Cook a Hollandayê jî îflas kir
PeyamaKurd- Thomas Cook a Brîtanî ku di dinyayê de, di nav şîrketên mezin de bû û karê hewayî yê rêwiyan dikir, rêwiyan bi balafiran dibir û dianî, ragihandibû ku îflas kiriye û di pey de niha heman şîrket ya Hollandayê ya bi heman navî îflasa xwe ragihand. Şîrket bi awayeka nivîskî ragihand ku şîrket serdana dadgeha Amsterdamê kiriye û îflasa wê hatiye qebûlkirin.
Di beyanê de şîrket ragihand ku Thomas Cook a Hollandayê weka ferdî an bi şîrketên din yên Awrûpa re yên bi heman navî re bo dewamê hevdîtin tên kirin û di wexteka kurt de nabe ku xwe xelas bike û dê her îflas bike.
200 xebatkarên Thomas Cook Hollanda yê bi yek carê dev ji karê xwe berdan û daxwaznameya îstîfa xwe dan.