Li Hollandayê teqîn: 1 mirî, 6 birîndar
RûpelNews - Teqîn li herêma Europoort a Bendera Rotterdamê, ku bendergeha herî mezin a Ewropayê ye, pêk hat.
Li gorî rayedaran teqîn, roja Pêncşemê derdora saet 11.30ê sibehê li tesîsa li ser Rêya Moezel (Moezelweg) qewimî, ku ji aliyê şirketa enerjiyê ya Gunvor ve tê birêvebirin.
Berdevkekî Gunvorê diyar kir ku di dema bûyerê de li ser yek ji depoyên ku berhemên petrolê tê de dihatin hilanîn, karê temîratê dihat kirin. Lêbelê, çapemeniya holendî ragihand ku tîma temîratê beriya teqînê li ser xetên boriyan dixebitî.
Di bûyerê de kesek hat kuştin û şeş kes jî birîndar bûn. Derbarê rewşa birîndaran de ti agahiyên berfireh nehatin dayîn.
Polîs li ser hemû îhtîmalan lêkolînê dike
Polîsê dergeh wekî cihê bûyerê destnîşan kiriye da ku sedema teqînê diyar bike. Teftîşxaneya Kar a Hollandî û Lijneya Ewlehiyê jî tevlî lêpirsînê bûne.
Nirxandinên destpêkê destnîşan dikin ku dibe ku bûyer qezayeke cîhê kar be. Lêbelê, Berdevkê Polîsê Rotterdamê Daan Valkenburg diyar kir ku hêj ti encameke teqez nehatiye bidestxistin û ku hemû îhtîmal tên lêkolînkirin.
Polîs ragihand ku, di vê qonaxê de, ti delîlek ku îşaret bi sabotajê bike nehatiye dîtin. Hat ragihandin ku di teqînê de yek ji depoyên hilanînê zirareke giran dît.
Di heman rojê de li beşeke din a Bendera Rotterdamê qutbûneke elektrîkê çêbû û li stasyoneke transformatoran şewatek derket. Ji ber qutbûna elektrîkê, hin şîrketan bi awayekî demkî karên xwe rawestandin û xebatkarên xwe vala kirin.
Xizmetên hawarçûnê ragihandin ku di navbera qutbûna elektrîkê û teqîna li tesîsa Gunvorê de ti pêwendî nîne. Piştî nîvro elektrîk ji bo herêmê hate vegerandin. (Reuters, Associated Press)