Li Qahîreyê li navendeke danûstandinê teqîn: 3 mirî, 17 birîndar
RûpelNews - Bûyer li navçeya Qahîreya Nû, li dikaneke diyariyan û pêlîstokan a li qata zemînê ya navenda danûstandinê qewimî. Li gorî zanyariyên destpêkê, şewat piştî teqîna sîlîndireke gaza bi zext di hundirê dikanê de derket.
Agir hat kontrolkirin
Piştî teqînê, tîmên agirkujiyê, yên tibî û parastina sivîl ji bo herêmê hatin şandin. Wezareta Karên Hundir a Misrê ragihand ku piştî midaxeleya tîmên parastina sivîl, agir hat kontrolkirin.
Teqînê herwiha zirar da pencereyên hin dikanên di nav navenda danûstandinê de.
17 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê
Li gorî daxuyaniyeke destpêkê ya Wezareta Tenduristiyê ya Misrê, di bûyerê de sê kesan jiyana xwe ji dest dan û 17 kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar piştî ku ji aliyê tîmên tenduristiyê ve hatin dermankirin, rakirin nexweşxaneyên nêzîk.
Xwediyê dikanê hat binçavkirin
Serdozgeriya Giştî ya Misrê ferman da ku xwediyê dikana ku teqîn lê qewimî ji bo lêpirsînê were binçavkirin.
Lêpirsînên destpêkê nîşan didin ku teqîn ji ber silindireke gazê çêbûye, di heman demê de tîmên pispor lêpirsînek dane destpêkirin ji bo diyarkirina sedema teqînê ya rastîn.
Lêpirsîna li ser bûyerê berdewam e.