Kurdistan
Xelkê ji ber nebûna sotemeniyê rêya Hesekê girt
Bi dehan welatiyan xwepêşandanek li pêş westgeheke sotemeniyê li gundewarê Hesekê li dar xist.
RûpelNews - Îro ajokaran û xelkê li pêş westegeheke sotemeniyê li ser rêya Sifeya - Hesekê li dar xist û rê girt.
Welatiyan diyar kir ku xwepêşandana wan karvedan e li ser nebûna sotemeniyê li westgehan û firotina wê ji bazirganan re ku ew jî piştre li bazarê bi nirxên girantir difiroşin.
Ev xwepêşandan di demekê de ye, ku kirîza sotemeniyê li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê dijwar bûye û welatî banga çareseriyên domdar dikin.
Di gel şerê di navbera Amerîka û Îranê de qeyrana sotemeniyê li gelek welatan derketiye. (Welat TV)