Xaneqîn sembola xwe nemir dike.. Peykerê şehîd Leylayê hat danîn
RûpelNews - Leyla Qasim wekî yekem jina Kurd tê hesibandin ku ji ber sedemên siyasî û neteweyî li Îraqê hatiye sêdarekirin (12ê Gulana 1974an), û ev yek bû sedem ku ew bibe sembola cîhanî ya berxwedan û rûmeta jinan.
Bi mebesta bibîranîna Leyla Qasim li bajarê ji dayik bû li Xaneqînê merasîmeke taybet hat lidarxistin û di merasîmê de peykerê Leylayê hat danîn û peyker bo xelkê hat nîşandan.
Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê, Zêba Teha, di dema merasîmê de diyar kir ku avakirina vê peykerê "nirxandineke hêja ye ji bo dîroka têkoşîna Leyla Qasim û peyameke mêrxasiyê ye ji bo nifşên pêşerojê derbarê rola jina Kurd di pêvajoya rizgariyê de."
Şaxewan Ebdullah: Şehîd nîşaneya nasnameyê ne
Ji aliyê xwe ve, Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) di Parlamentoya Îraqê de, Şaxewan Ebdullah, beşdarî merasîmê bû û pesna vê destpêşxeriyê kir. Wî şehîd Leyla Qasim wekî "mînaka herî bilind a jina ku serê xwe li ber dijmin neçemandiye" wesif kir.
Ebdullah tekez kir ku avakirina abîde û peykerên şehîdan li Xaneqîn û deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, "belgeya herî bihêz e li ser nasnameya Kurdistanî ya vê axê ya ku bi xwîna fedakariyên kurên wê hatiye avdan."