Xameneyî: Êrîşên li ser Tirkiyê ji aliyê Îranê ve nehatine kirin
RûpelNews - Mucteba Xameneyî, ku cîyê bavê xwe Elî Xameneyî girt, ku di êrîşeke Amerîkî-Îsraîlî de hat kuştin, daxuyaniyek nivîskî da.
Her çend nezelaliya di derbarê çavkaniya mûşekên ku li qada hewayî ya Tirkiyê hatin hilweşandin de berdewam dike jî, rêveberiya Tehranê bi awayekî kategorîk berpirsiyariya xwe red kir.
Xameneyî teqez kir ku êrîş ji alîyê Îran ve nehatîye kirin, û îdia kir ku ew operasyonek bû ku armanc ew bû ku hevsengiyên herêmî têk bibe. Xameneyî, ku wê wekî "operasyoneke ala derewîn" bi nav kir, îdia kir ku hedef têkiliyên di navbera Îran û welatên cîran de bûn.
"Îran ji ya ku ew difikirin bihêztir e"
Di daxuyaniya xwe de, Xameneyî bal kişand ser hêza leşkerî û civakî ya Îranê û diyar kir ku destwerdanên derve bi ser neketin. Xameneyî behsa yekîtiya gelê Îranê kir û got, "Dijmin difikirî ku gel dê di demek kurt de rejîmê hilweşîne, lê ew xelet bûn."
Her wiha, Xameneyî teqez kir ku nakokî ne tenê bi aliyê leşkerî ve sînordar bûn, û got ku şerekî psîkolojîk û medyayî jî di rê de ye. Wî diyar kir ku êrîşên li dijî Îranê armanc ew bû ku "tirs û bêhêvîtiyê biafirînin", lê ev yek bi ser neket.