Kurdistan
Du girtiyên kurd ji aliyê Îranê ve hatin îdamkirin
Hate ragihandin ku du girtiyên kurd ên ji bajarokê Kuhdeşt ê li Parêzgeha Loristanê, li Girtîgeha Qezel Hesar a li Kerecê hatin îdamkirin.
RûpelNews - Li gorî agahiyên herî dawî, Şah Huseyn Ebasî, yê 39 salî û bavê sê zarokan, nêzîkî 11 sal berê, Mîlad Zeynalî yê 26 salî, şeş sal berê piştî girtina wan bi tawana têkildarî madeyên hişber, bi îdamê hatibûn mehkûmkirin.
Cezayên her du girtiyan di serê sibêya 27ê Îlonê de hatin cîbicîkirin. Her wiha hat ragihandin ku girtîyekî bi navê Mucteba Haghi yê ji Varaminê di heman rojê de li heman girtîgehê hat îdamkirin.
HRANA her wiha piştrast kir ku sê kes li Girtîgeha Qezel Hesarê hatine îdamkirin, lê navên girtiyan eşkere nekirin.
Dadweriya Îranê û medyaya dewletê derbarê îdaman de ti daxuyanî nedane.