TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Îranê li Mehabad û Kirmaşanê sê girtiyên kurd îdam kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 gulan 2026 09:55
Hat ragihandin ku desthilata Îranê li girtîgehên Kirmaşan û Mehabadê sê girtiyên kurd îdam kirine.

RûpelNews - Li gorî çavkaniyên nûçeyan ên Rojhilatê Kurdistanê, îro berê sibehê girtiyên Kirmaşanî Saman Îbrahîmî û Elî Şehbazî li Girtîgeha Dîzabadê ya Kirmaşanê hatine îdamkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Her wiha girtiyê bi navê Ebdulqadir Resûlî jî li Girtîgeha Mehabadê hatiye îdamkirin.

Nehişt in ku cara dawî malbatên xwe bibînin

Hat diyarkirin ku berî îdamkirinê, birêvebiriya girtîgehê rê neda ku her sê girtî cara dawî malbatên xwe bibînin.

Di salakê de 2 hezar û 500 kes îdam kirin

Li gorî rapora salane ya li ser rewşa mafên mirovan a li Îranê, tenê di nava 12 mehên dawî de herî kêm 2 hezar û 488 kes hatine bidarvekirin.

Di nav kesên ku hatine îdamkirin de 63 jin û 2 zarok jî hene.

Cezayê îdamê yê 13 kesan jî li ber çavên xelkê hat bicihanîn.
Her wiha di nava 12 mehên dawî de ji bo 130 girtiyên din jî biryara îdamê hatiye dayîn.

Parve bike: