WSJ: Amerîka dê qonax bi qonax êrîşî Îranê bike
RûpelNews - Li gorî rapora WSJ, rêveberiya Dewletên Yekbûyiyên Amerîkayê (DYA) nirxandina bijardeyên êrîşê didomîne da ku Tehranê neçar bike ku li ser bernameya xwe ya atomî li hev bike.
Çavkaniyên ku ji rojnameyê re axivîn gotin ku heger destûr bê dayîn, êrîşa yekem dikare di nav çend rojan de were kirin û dê çend baregehên leşkerî an jî tesîsên hikûmetê bike armanc.
Çavkaniyan gotin ku heger Tehran piştî vê êrîşa yekem li gorî daxwazên Washingtonê tevnegere, dê qada operasyonê gav bi gav were berfirehkirin.
Berpirsên amerîkî gotin ku nîqaşên dawî zêdetir li ser planên êrîşên mezin sekinîne, lê biryareke dawî hêj nehatiye dayîn.
Serokê DYAyê Donald Trump duhî got ku ew ê di nav 10 rojan de karibin bibînin ka pêvajoya bi Îranê re ber bi ku ve diçe û ragihand, "Divê em bi Îranê re peymaneke watedar çêbikin, an jî tiştên xirab dê biqewimin."