Di navbera Amerîka û Îranê de qonaxeke girîng: Dê li hev bikin an na?
RûpelNews - Di şerê ku di 28ê Sibata 2026an de bi êrîşên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê dest pê kir, egera çareseriyeke dîplomatîk lez girtiye. Îran, Amerîka û navbeynkar Pakistanê ragihandine ku di danûstandinên agirbestê de pêşketin çêbûye. Serokê Amerîkayê Donald Trump jî diyar kir ku alî nêzîkî lihevkirinekê ne û lê zêde kir ku dorpêça deryayî dê heta ku peyman were îmzekirin bidome.
Naveroka pêşnumaya peymanê
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îranê de, pêşnûmaya ku ji aliyê aliyan ve hatiye amadekirin, rawestandina êrîşên dualî, rakirina ambargoyên li ser petrola Îranê û dawîanîna pevçûnan li herêmê, di nav de li Lubnanê jî, li xwe digire. Di pêşnûmayê de herwiha tê pêşbînîkirin ku çûnûhatina keştiyan a di Tendava Hurmizê re di nava 30 rojan de vegere asta beriya şer.
Daxuyaniyên Pezeşkiyan û Rubîo
Serokomarê Îranê Mesûd Pezeşkiyan diyar kir ku welatê wî li çekên atomî nagere û amade ye ku garantiyan bide civaka navneteweyî. Di heman demê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio ragihand ku di 48 saetên borî de di danûstandinan de pêşketin çêbûye.
Di vê navberê de, Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netanyahu parast ku her peymaneke bi Îranê re divê "gefeke atomî bi temamî ji holê rake".