Wezîrê Perwerdehiyê Sûriyê: Ez bi pêşketina Herêma Kurdistanê serbilind im
RûpelNews - Wezîrê Perwerdehiyê yê Sûriyê Mihemed Tirko ku Kurdê ji Efrînê ye, serdana Herêma Kurdistanê kir û li paytext Hewlêrê daxuyanî da Rûdawê.
"Herêma Kurdistanê gelek pêşketiye, ez pê serbilind im"
Wezîrê kurd bal kişand ser girîngiya pêşketinên li HerêmaKurdistanê û got: "Ev serdana min a yekem e, û min li vir gelek pêşketinên erênî û baş dîtin. Wekî kurd, ez gelekî kêfxweş û serbilind im ku min ev pêşketinên li Kurdistanê dît. Xizmetên ku ji bo gel tên pêşkêşkirin, cihê pesindanê ne."
"Em spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bikin"
Tirko behsa girîngiya derfetên ku ji aliyê hikûmeta Hewlêrê ve ji bo kesên ku ji Sûriye û Rojava koçî Herêma Kurdistanê kirine, hatine dayîn kir, da ku ew karibin perwerdeya xwe li vir bidomînin. Tirko amaje pê kir ku dîplomayên ku ji aliyê dibistanên Herêma Kurdistanê ve tên dayîn li Sûriyê bi awayekî fermî tên naskirin û wiha got:
"Em dixwazin spasiya Serokwezîr Mesrur Barzanî bikin ji bo pêşwazîkirina penaberên Sûrî û derfetdayîna zarokên wan ji bo çûna dibistanê. Em perwerdehiya her kesê ku ji vir dîplomeyekê bi xwe re tîne, nas dikin. Em heta kesên bê dîplome jî, piştî nirxandina asta wan, qeyd dikin. Em perwerdehiya amadeyî û zanîngehê ya ku li Herêma Kurdistanê hatiye temamkirin, nas dikin."
"Em ê dibistanên bi zimanê kurdî vekin"
Tirko tekez kir ku dê li seranserê Sûriyê dibistanên bi zimanê kurdî wê were vekirin û diyar kir ku ew li ser bernameyeke nû ya perwerdehiya bi zimanê kurdî dixebitin û wiha got: "Niha perwerdehiya bi zimanê kurdî tune ye, lê em ê wê bidin destpêkirin. Li gorî biryarê, em ê li her herêma ku kurd lê dijîn û li tevahiya Sûriyê dibistanên bi zimanê kurdî vekin, û em ji bo vê armancê mamosteyan amade dikin."