Wezîrê Îsraîlê: Tenê Keleşnîkov bimîne şer bi dawî dibe
RûpelNews - Wezîrê Çand û Werzîşê yê Îsraîlê Mîkî Zohar, vîdyoyek ji beşdariya xwe ya di bernameya Kanala 14 a Îsraîlê de li ser hesabê xwe yê Xê parve kir û nirxandina xwe ya li ser rewşa heyî ya li Îranê anî zimên. Zohar got ku rejîma Îranê di bin şert û mercên heyî de di rêvebirina welêt de zehmetiyê dikişîne.
'Divê hêza leşkerî bê lawazkirin'
Wezîrê Îsraîlî diyar kir ku divê hêza leşkerî ya Îranê bi awayekî berbiçav were kêmkirin, û lê zêde kir ku şer dikare bi dawî bibe heke Tehran hêza xwe ya leşkerî ya pêşketî winda bike. Zohar ev yek wiha şirove kir û got ku pevçûn dikare bi dawî bibe heke tenê çekên sivik yên wekî Keleşnîkovan di destê Îranê de bimînin.
Derbarê rêber û rayedarên Îranî de jî axivî
Zohar her wiha derbarê rêberê olî yê Îranê Xameneyî de jî axivî. Gotinên Zohar, ku diyar dikirin ku di çarçoveya pevçûnê de rayedarên payebilind ên Îranê jî dibim armanca êrişan. Ev gotinên Zohar, di qada giştî ya Îsraîlê û li ser medyaya civakî de bûn mijara nîqaşê.