Jiyan
Wezîrê Derve yê Îranê bi Nasrallah re civiya
PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan li Beyrûta paytexta Lubnanê di çarçoveya pêwendiyên fermî, bi Sekreterê Giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah re hevdîtin kir.
Ebdullahiyan geşedanên dawî yên li Lubnan, Filistîn û herêmê bi Nasrallah re nirxand.
Herwiha hat destnîşankirin, di hevdîtinê de gefên hikûmeta nû ya Îsraîlê yên li ser herêmê û amadebûna eksena berxwedanê ji bo rûbirûbûna geşedan û bûyerên herêmî û navneteweyî hatin gotûbêjkirin.
Ebdullahiyan herwiha bi Serokwezîrê Lubnanê Necîb Mîkatî û hevtayê xwe Ebdullah Buhebîb re jî hevdîtin pêk anî.